Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê: Tirkiyê besek ji axa Sûriyê dagîr kiriye

28 berfanbar 2021 15:08
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê: Tirkiyê besek ji axa Sûriyê dagîr kiriye

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê di hevpeyvîneke bi kenalên “El-Sûriye” û “El-Îxbariye” de axivî û diyar kir, Tirkiyê beşek ji axa Sûriyê dagîr kiriye, proseya Tirkkirinê dike û berjewendiya xwe di wêrankirina Sûriyê de dibîne.

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad eşkere kir: “Tevî ku proseya Astana û rêkeftina Soçiyê erênî ne, lê rejîma Tirkiyê wan asteng dike.”

Derbarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de, Miqdad destnîşan kir: “Pirsgirêka me bi HSDê re ew e, em ê bi wan re li ser tiştekî li hev bikin, lê dema dagîrkeriya Amerîka li dijî wê be, ew jî red dikin.”

Herwiha Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê amaje bi wê da, divê HSDê pişta xwe bi Amerîkiyan ve girê nede û got: “Ti proseyeke cudaxwaziyê li Sûriyê bi ser nakeve, eger kî li pişt be jî.

Miqdad di berdewamiyê de got: “Amerîka zêdetir ji 57 kes welatî di kampa Holê de girtine, ji nava wan 30 hezar zarok in.” Herwiha bang li welatên Ewropî kir jî, ta ku welatiyên vegerînin.

Miqdad herî dawî di derbarê sizayên li ser welatê xwe de jî got: “Ew tedbîrên aborî yên bi darê zorê ji aliyê Amerîka û welatên rojava ve li ser gelê Sûriyê hatine sepandin, ne yasayî ne.