Wezareta Tenduristiya Tirkiyê biryara bikaranîna derziya Sputnik V derxist
30 nîsan 2021 21:38
PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiya Tirkiyê ragihand ku ji bo derziya vîrusa korona ya rûsî Sputnik V wan destûra bikaranîna rewşên acîl daye.
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca, da xuyakirin ku Saziya Dermanan a Tirkiyê piştî lêhurbûn û nirxandinan biryara bikaranîna lezgîn bo derziya Sputnik V daye û got, ev dê bibe derziya sêyem a piştî ya Çîn û Alman ku li Tirkiyê dê were bikaranîn.
Herwiha beriya vê daxuyaniyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî îro înê ragihand ku wê di demeke nêzîk de derziya rûsî bo Tirkiyê bê şandin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin