Wezareta Parastina Tirkiyê: Leşkerên me li Rojava dimînin
Wezareta Parastina Neteweyîya Tirkîyê ragihand ku Hêzên Çekdar ên wan dê li herêma operasyona "Operasyona Kaniya Aştiyê" ya li Rojava, ku Serêkaniyê û Girê Spî dihewîne, ku di Cotmeha 2019an de hatibû destpêkirin, bimînin.
RûpelNews - Çavkaniyên ji Wezareta Parastina Neteweyî (MSB) îdiayên ku dibêjin Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) ji herêma "Operasyona Kaniya Aştiyê" ya li Rojava, ku Serêkaniyê û Girê Spî jî di nav de ye, vekişiyane, red kirin.
Hat ragihandin ku TSK mîsyona xwe ya li herêmê didomîne û ti guhertin çênebûye.
Daxuyanî wiha ye:
"Hin dezgehên medyayê bêyî daxuyaniyek fermî xeber weşandine ku îdia dikin leşkerên Tirk ji herêma Operasyona Kaniya Aştiyê vekişiyane. Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê li herêma Operasyona Kaniya Aştiyê mîsyona xwe didomînin. Ti guhertinek çênebûye."
