Arif Qurbanî: Biryara Kerkûkê ji bo nermkirina têkiliyên YNK û Tirkiyê ye

17 nîsan 2026 20:26

Nivîskar û lêkolîner Arif Qurbanî tayînkirina parêzgarê Tirkmen ê nû yê Kerkûkê nirxand û got: "YNK bi mebesta bi Tirkiyeyê re pêwendiya xwe asayî bike ji Kerkûk dest kişand û hewl tê dayîn Bafil Talabanî serdana Tirkiyeyê bike, bi Serokomarê vî welatî Erdogan re bicive."

Arif Qurbanî: Biryara Kerkûkê ji bo nermkirina têkiliyên YNK û Tirkiyê ye

RûpelNews -  Nivîskar û lêkolînerê Kurd Arif Qurbanî li ser rewşa dawî ya Kerkûkê û biryara YNKê ya guhertina parêzgarê Kurd Rêbwar Taha bi Serokê Eniya Tirkmen Mihemed Seman re û nêzîkbûna Serokê YNKê Bafil Talebanî bi Tirkiyê re ji Peyama Kurd re axivî.

Qurbanî  bal kişand ser krîza rêveberiya Kerkûkê, nakokiyên navxweyî yên Kurdan û bandora dewletên cîran li ser pêşeroja bajêr.

Qurbanî diyar kir ku tevî rexne û nerazîbûnên nav YNKê jî ev biryara dawî hatiye bicihanîn û got ku rola herî mezin li ser biryara guhertina parêzgarê Kerkûkê ya Tirkiyeyê ye, lê Îran û komên girêdayî wê yên Heşda Şeibî jî li ser bajêr xwedî bandor in.

"Bafil Talebanî dixwaze bi Erdogan û Ocalan re bicive"

Li gor Qurbanî YNK di ser Kerkukê re dixwaze xwe nêzîkî Tirkiyeyê bike û niha hewldan hene ku Bafil Talebanî serdana Tirkiyeyê bike, hevdîtinan pêk bîne. Qûrbanî diyar kir, YNK hewl dide têkiliyên xwe bi hikûmeta Tirkiyê re nerm bike û Bafil Talebanî bixwe jî dixwaze li Tirkiyê bi Serokomar Recep Tayyip Erdogan re bicive û serdana Abdullah Ocalan li girtîgeha Girava Îmraliyê bike.  

Qurbanî wiha axivî: "Aliyekî meseleyê jî têkildarî hewldanên asayîkirina têkiliyên di navbera YNK û Tirkiyeyê de ye. Berê nakokiyên mezin hebûn. Balafirgeha Silêmaniyê hatibû girtin û êrîşên dronan pêk dihatin. Lê niha ji ber proseya aştiyê ya PKK-Tirkiyê rewş asayî bûye."

Civîna Hotêla Raşîd û proseya hilbijartina Rêbwar Taha

Qurbanî li ser rewşa Kerkûkê got, “Wekî tê zanîn, ev pirsgirêk piştî 16ê Cotmehê kûrtir bû û Kerkûk ji destê Kurdan derket. Di hilbijartinên encûmena parêzgehê ya 2024an de, her çend YNKê gelek kursî bi dest xistin jî, ev ne bes bû ku bi tenê parêzgar hilbijêrin. Rewş aloz bû ji ber ku partiyên me YNK û PDKê nekarîn li hev bikin.

Piştre, di 10ê Tebaxê de li Hotêla Reşîd a Bexdayê civînek hat lidarxistin. Di vê civînê de tenê 9 endam kom bûn (5 endamên YNK, 3 Ereb û endamekî Xiristiyan). Wan bi hev re Rêbwar Taha wekî parêzgar hilbijartin. Lê belê PDK, Eniya Tirkmenî û nîvê din ê Ereban ev civîn boykot kirin û tevlî nebûn.

PDK û Tirkmenan biryara Kerkûkê red kiribûn

Arif Qurbanî bal kişand ser helwesta Mihemed Helbûsî, PDK û aliyên din ên Ereb û Tirkmenan û diyar kir, “Piştî civînê, PDK û Eniya Tirkmenî yekser serî li dadgehê dan û gotin ev civîn ne qanûnî ye û mafê wan hatiye xwarin. Herwiha serokê Hevpeymaniya Teqedum Mihemed Helbûsî jî bi tundî li dijî vê yekê derket. Yanî bi kurtasî du eniyên cuda çêbûn: Li aliyekî YNK û hin Erebên girêdayî Şiîyan û li aliyê din jî PDK, Tirkmen û Erebên Sunnî  yên nêzîkî Helbûsî di heman bereyê de cî girtin.

‘Rola Tirkiyê pir mezin û eşkere ye’

Qurbanî da zanîn ku ‘rola Tirkiyeyê pir mezin û eşkere ye’ û destnîşan kir, “Tirkiye nedixwest parêzgarê Kerkûkê Kurd be. Bi taybetî jî ger ev parêzgar ji YNKê be, qet nedixwest. Hinceta wan a fermî jî ew bû ku "YNK nêzîkî PKKê ye". Ji ber vê yekê, Tirkiye bi hemû hêza xwe piştgiriya Eniya Tirkmenî û PDKê dikir da ku pêşiya YNKê bigire. Ango daxwaza wan ew e ku desthilatdariya Kerkûkê li gorî berjewendiyên Enqereyê bê dîzaynkirin.

Lê belê berjwendiyên hevpar ên Kurd û Tirkmenan jî hene ku yek ji wan zevî û milkên herdu aliyan jî di dema rejîma berê de hatibûn desteserkirin û hêvî dikin wan dîsa vegerînin.”

"Armanca Îranê pêşîgirtina bandora Tirkiyê ye"

Qurbanî, bandora Îranê û Heşdî Şeibî li ser vê rewşa dawî ya Kerkûkê û êrîşên ser bajarên Herêma Kurdistanê ku piştî agirbesta ligel Amerîkayê jî berdewam kirin wiha axivî:

 “Îran jî li aliyê din ê maseyê bi heman hêzê lîstikê dilîze. Îran bi rêya komên Şîe û Heşdî Şeibî piştevaniya YNKê û tifaqa wan a bi Ereban re dike. Armanca Îranê ew e ku li Kerkûkê pêşiya bandora Tirkiyeyê bigire û hegemoniya xwe biparêze. Yanî eger em rastiyê bibêjin, Kerkûk niha bi temamî bûye qada şerê wekaletê di navbera Tirkiye û Îranê de.

 "Li Kerkûkê mafên Kurdan di xetereyê de ne"

Li ser dabeşkirina rêveberiya parêzgeha Kerkûkê bi ‘du sal du sal’ û postên rêveberiyê jî Qurbanî ev nirxandin kir:

“Niha 16 kursiyên encûmena Kerkûkê hene. Lê ev parvekirina li Bexdayê bêyî razîbûna PDK û Eniya Tirkmenî pêk hatiye. Hatiye gotin ku dê 2 sal parêzgar Kurd be û 2 sal jî Ereb be. Lê eger nîvê din ê encûmenê boykotê bidomînin, ev dabeşkirin nikare bi ser bikeve û seqet dimîne.

Aliyên ku boykot kirine serî li Dadgeha Federal dane. Heta ku Dadgeha Federal biryara xwe ya dawî nede û yekrêziya nav mala Kurdan çênebe, ev alozî û krîza li Kerkûkê dê berdewam bike.

Ger PDK û YNK li ser berjewendiyên hizbî şer bikin û nebin yek, Kerkûk û mafên Kurdan her gav di xetereyê de ne.”