Wezareta Tenduristiya Tirkiyê amarên 24 saetên borî yên koronayê eskere kir: 194 wefat hene
04 cotmeh 2021 01:30
PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiya Tirkiyê amarên 24 saetên borî yên rewşa vîrusa koronayê belav kir.
Li gorî tabloya 3yê Cotmehê ya wezaretê li Tirkiye û bajarên Bakurê Kurdistanê 194 kesên din ji ber koronayê mirin û 27 hezar û 351 kesên din pê ketin.
Herwiha hat eşkere kirin ku 22 hezar 4 nexweş jî baş bûne.
Wezîrê Tenduristiya Tirkiyê Fahrettîn Koca, li ser hesabê xwe yê twitterê bal kişand ser tabloya nû ya koronayê û got, divê ji bo derzîlêdanê lezê bidin xwe û heta xweragiriya civakî ya dijî koronayê çêbibe bi awayekî cidî tedbîran bistînin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Wezareta Tenduristiyê amarên 24 saetên dawî yên koronayê eskere kir
15 îln 2021
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin