Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê: Di sewatê de 60 kesan can dane
PeyamaKurd - Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, amarên dawî yên qurbaniyên şewata nexweşxaneya El-Husên li Nasiriye belav kir û da zanîn, di bûyerê de 60 kesan can dane.
Wezareta Tendirustiyê bi daxuyaniyekê diyar kir, amarên qurbaniyan ên di demên dawî de li dezgehên ragihandinê û li torên civakî hatine weşandin, ne rast in.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, piştî bidawîbûna karên tîmên Berevaniya Şaristanî û Bijîşka Dadî li nexweşxaneya Îmam El-Husên, hejmara qurbaniyên ku nasnameya wan hatine naskirin 39 kes in û nasnameya 21 termên din jî nehatine naskirin.
Herwiha eşkere kir, ew niha kar ji bo naskirina nasnameyên wan 21 terman dikin û her dema rêkarên Bijîşkiya Dadê biqedin û nasname bên naskirin, dê rabigihînin.
Pêr bi şevê agir bi nexweşxaneya El-Husên a Koronayê li bajarê Nasiriye yê li parêzgeha Zîqarê li başûrê Iraqê ket û di encamê de 60 kesî can dan û bi dehan kes birîndar bûn.
Heta niha sedemên şewata nexweşxaneyê nehatine zanîn, lê desthiladarên Iraqê diyar kirin ku wan komîteyeke lêkolînê pêk anîne. Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî biryara jikardûrxistin û lêpirsîna bi Rêveberê Tendirustiyê û Rêveberê Berevaniya Şaristanî re da.
Her di derbarê vê bûyerê de jî, Dadgeha Nasiriye desteserkirina 13 berpirsên xwecihî da.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin