Wezareta Tendirustiyê: 8 kesan ji ber Koronayê can dan
PeyamaKurd – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê diyar kir; di 24 saetên borî de 537 kes bi vîrûsa Koronayê ketin û 8 kesan can dan.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir; di 24 saetên borî de 537 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku ji wan 47 kes li Hewlêrê, 54 kes li Silêmaniyê û 436 kes li Duhokê ne.
Herwiha destnîşan kir, di nav 24 saetan de 8 kesan can dane, ji wan, 5 kes li Silêmaniyê, 2 kes li Duhokê û 1 kes li Germiyanê ne.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 saetan de 772 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî: Pêketin: 193807, Mirin: 4536, Başbûn: 180233
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin