Wezareta Tendirustiyê: Ji ber bêtirsiya ji Koronayê karesateke trajedîk di rê de ye

19 tîrmeh 2021 16:57
Wezareta Tendirustiyê: Ji ber bêtirsiya ji Koronayê karesateke trajedîk di rê de ye

PeyamaKurd – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê, di derbarê zêdebûna hejmara mirina bi Koronayê, hişyariyê dide û diyar dike: “Ji ber bêtirsiya niha ya ji Koronayê, karesateke trajedîk di rê de ye.”

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniyekê de destnîşan kir: “Di heyama 24 saetên borî de ji ber vîrûsa Koronayê, hejmareke mezin ya mirinan û ji bo cara yekem bilindtirîn rêjeya pêketiyan ji destpêka derketina Koronayê û heta niha li Kurdistanê hatine tomarkirin.”

Wezareta Tendirustiyê eşkere kir: “Ji ber bêtirsiya niha ya ji Koronayê, karesateke trajedîk bi rê de ye.”

Ev hişyariya Wezareta Tendirustiyê di demekê de ye, di heyama vê hefteyê de, hejmara pêketiyên Koronayê gelekî zêde bûye.

Berî demekê jî Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê hişyarî derbarê hatina pêleke din a Koronayê dabû.