Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê amarên xwepêsandanan eskere kirin
PeyamaKurd - Wezîrê Tendirustiyê yê Iraqê ragihand ku di xwepêşandanên li wî welatî de kesekî canê xwe ji dest daye û 200 kes jî birîndar bûne û beşek ji wan hêzên asayişê ne.
Xwepêşandanên li Bexdayê û çend bajarên din ên Iraqê li dijî hikûmeta wî welatî berdewm in û di encama teqekirina hêzên ewlekariyê kuştî û birîndar hene.
.Li gor daxuyaniya wezaretan hejmareke kesên têkder kar bo têkdana xwepêşandana aştiyane kirine.
Wezareta Tendirustiya Iraqê diyar kir ku di xwepêşandanê de kesek hatiye kuştin û 200 kesên din birîndarbûne ku 40 ji wan, karmendên hêzên ewlekariyê ne û beşeke birîndaran ji nexweşxaneyê derketine.
Li gor zanyariyan, xwepêşanderên Bexdayê xala kontrolê ya li ser Pira Komarî şewitandin û li beramber de hêzên ewlekariyê jî teqe li xwepêşanderan kirin. Di encama teqekirina hêzên ewlekarî yên Bexdayê de sê kesan canê xwe ji dest dan û 60 kesên din jî birîndar bûn.
Duh Duşemê (01.10.2019) li Bexda, Mîsan, Besra û çend bajarên din li dijî nebûna xizmet, bêkariya ciwanan û gendeliyê xwepêşandan pêkhatin. Li Bexdayê bi hezaran kes li Meydana Tehrîrê kom bûn hikûmeta Iraqê protesto kirin û beşek ji wan ber xwe dan navçeya Kesk a Bexdayê ku piraniya balyozxaneyên welatan û fermangehên hikûmeta Iraqê li wê deverê ne.
Hêzên ewlehiyê li Herêma Kesk tedbîrên berfireh hildan û hemû rê ji trafîkê ra girtin. Li çalakiyên bajarê Basrayê ya ku bi dewlemendiya petrolê navdar e 12 kes hatin desteserkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin