Wezareta Elektirîka Kurdistanê: Sê santralên elektirîkê dîsa tên aktîfkirin
25 cotmeh 2021 14:28
PeyamaKurd – Wezareta Elektirîka Kurdistanê diyar kir, sê santralên elektirîkê ku ji ber nebûna sotemeniyê hatibûn sekinandin, dîsa tên aktîfkirin.
Wezareta Elektirîka Kurdistanê eşkere kiriye, santralên 29 MW yên Silêmanî, Hewlêr û Duhokê dîsa tên aktîfkirin.
Herwiha Wezaretê daye zanîn, santralên han ku sala 2001 ji aliyê şîrketeka Almanî ve hatibûn çêkirin, sala 2015 ji ber nebûna sotemeniyê hatibûn sekinandin.
Li gorî zanyariyên Wezaretê, ev demek bû şîrketa Bindêr mijûlî aktîfkirina wan santralan bû. Ew xebat xelas bûne û wê di demek nêzîk de bên aktîfkirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Wezareta Elektirîka Kurdistanê dixwaze elektirîkê bide sektorên taybet
19 gln 2020
Kurdistan
Wezareta Elektirîka Kurdistanê: Wê îsal zivistanî rewsa elektirîkbastir be
04 mjd 2019
Kurdistan
Ji Wezareta Petrola Iraqê daxuyaniya OPEC+ û petrola Kurdistanê
24 sbt 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin