Wezareta Elektirîka Kurdistanê: Wê îsal zivistanî rewsa elektirîkbastir be
PeyamaKurd - Wezareta Elektirîka Kurdistanê ragihand, wê îsal zivistanê elektirîk ji zivistana par baştir bibe.
Berdevkê Wezareta Elektirîka Kurdistanê, Umêd Ehmed got, di warê elektrîkê de me hewl da havîna îsal ji ya par baştir. Ji ber wê jî me pênc saet elektirîk ji havîna par zêdetir da welatiyan. Ev jî di çarçoveya pilana me ya reformê de pêk hat.
Umêd Ehmed her wiha got, çawa planên me bo havînê hene bo zivistanê jî hene. Ji ber ku di her du demsalan de elektirîk gelek tê bikaranîn.
Berdevkê Wezareta Elektirîkê da zanîn, bi qasî ku wan plan kirine rewşa elektirîkê wê zivistana îsal ji ya par baştir bibe û got, em niha pîvanên zîrek bo parvekirina elektirîkê datînin. Ev jî dibe sebeba wê ku elektirîk bi ser û ber bê parvekirin û bikaranîn.
Li Herêma Kurdistanê, ji ber ku elektirîka giştî kêm e beşek ji elektirîka welatiyan bi rêka jeneratoran tê dabînkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin