Wesayîtek bi leskerên tirk de hat teqandin: 9 lesker birîndar bûn

30 tebax 2020 12:28
Wesayîtek bi leskerên tirk de hat teqandin: 9 lesker birîndar bûn

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama êrîşeke dijî leşkerên Tirk de, li parêzgeha Idlibê ya Sûriyê 9 leşkerên tirk Tirkiyê birîndar bûn û ew veguhestin Hatayê.

Li gorî ragihandina medya Tirkiyê bi wesayîteke bombebarkirî êrîşek li dijî xaleke kontrolê ya leşkerên Tirkiyê pêk hat.

Hat diyarkirin ku otomobîleke pîkap li xaleke kontrolê ya leşkerên Tirkiyê li bajarokê Furaykah a Idlibê hat teqandin.

Beriya teqînê hêzên tirk xwestine pêşiya pîkapê rawestînin, lê ew pîkap bi leşkerên tirk de hatiye teqandin û 9 leşkerên tirk birîndar bûn.

Medya Tirk ji wê teqînê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) tohmetbar dike, lê ti zanyariyeke piştrastkirî derbarê berpirsên teqînê de nehatiye.