Mayîn bi dewriyeya Rûs-Tirk de hat teqandin: 3 leskerên rûsî birîndar bûn

14 tîrmeh 2020 17:07
Mayîn bi dewriyeya Rûs-Tirk de hat teqandin: 3 leskerên rûsî birîndar bûn

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku dema dewriyeya hêzên Rûsya – Tirkiyê li ser rêya Laziqiye – Heleb a M4 derbas dibû, mayînek teqiya û di encama teqînê de 3 leşkerên Rûsyayê birîndar bûn.

Li gorî SOHRê dema dewriyeya Rûsya – Tirkiyê li nêzî Misêbîn a li ser rêya Laziqiyê – Helebê ya navneteweyî derbas dibû, mayîn bi dewriyeyê de teqiya û 3 leşkerên Rûsyayê birîndar bûn. Birîndar bi erebeyên artêşa Tirkiyê hatin veguhestin.

Herwiha hat ragihandin ku otomobîla serbazî ya rûsî piştî teqînê ruxiyaye.

Dewriyeya hevbeş ji gundê Tirinbê yê rojhilatê Idlibê dest pê kiribû da ku ber bi gundê Eyn Hor ê li bakurê Laziqiyê ve biçe ku ew herêma dawiya niştîngeha li ser rêya navneteweyî di nava herêmên çekdarên Tirkiyê de ye.