Li Idlibê bombe bi karwana leskerên tirk de hat teqandin
11 cotmeh 2020 19:50
PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku dema karwaneke leşkerên Tirkiyê li nêzî bajarokê Kefernaya yê başûrê gundewarên Idlibê de derbas dibû, bombe pê de teqiya.
SOHRê da xuyakirin ku di encama teqînê de wesayîteke leşkerî ziyan dîtiye, lê ti agahiyên derbarê windahiyan de nehatine bidestxistin.
Herwiha SOHRê beriya 3 rojan belav kiribû ku dewriyeyeke leşkerî ya Tirk bêyî beşdariya hêzên Rûsî bi tena serê xwe li ser rêya navneteweyî ya Laziqiye-Helebê hatibû gerandin û ji bajarokê Nêreb a rojhilatê Idlibê heta Eyn Hûr a gundewarê bakurê Laziqiyê li ser riya M4ê çûbû.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
SOHR: Tirkiye 400 leskerên xwe yên li Idlibê disîne Herêma Kurdistanê
23 adr 2022
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin