Li Bexdayê bombe bi karwana leskerên Amerîkî de hat teqandin

06 îlon 2020 13:21
Li Bexdayê bombe bi karwana leskerên Amerîkî de hat teqandin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şeva borî li Bexdayê karwaneke leşkerî ya Amerîkayê rastî êrîşekê hatiye ku bombeyeke vedayî pê de hatiye teqandin.

Medyaya nêzîkî Hizbulaha Lubnanê wêne û vîdyoya wê êrîşa dijî karwana hêzên Amerîka li ser riya Şule li Bexdayê belav kiriy.

Li gorî nûçeyan bomebeyeke vedayî bi otombîleke hevkariyên lojistîkî yên hêzên Amerîkî de teqiya û di encamê de endamekî Polîsê Federalî yê Iraqê birîndar bû.

Hêjayî gotinê ye, piştî kuştina Fermandarê Hêza Quds ya Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî li Bexdayê, hêzên girêdayî Îranê li Iraqê gelek caran êrîş birin ser hêzên Amerîkî û Hevpeymaniya Navdewletî ku dixwazin Amerîka bi temamî ji Iraqê derkeve.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, dema serdana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî de ragihandibû ku ew hêzên xwe yên li Iraqê kêm dikin û beşek ji baregehên li Iraqê jî hatibûn valakirin û radestî hêzên Iraqî hatibûn kirin.