Balafirên şer ên Amerîkî û Îsraîlî keştiyên Îranê bombebaran kirin

26 gulan 2026 11:09

Hate ragihandin ku balafirên şer ên Amerîkî û Îsraîlî êrîş birin ser keştiyên Îranê û hin binkeyên leşkerî yên di Tengva Hurmizê. Hate destnîşankirin ku ev êrîş tenê çend saetan piştî wê yekê pêk hatin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû ku danûstandinên ji bo peymaneke demkî bi Tehranê re pêşve diçin.

Balafirên şer ên Amerîkî û Îsraîlî keştiyên Îranê bombebaran kirin

RûpelNews - Di nûçeya ku ji aliyê Nour News, ku girêdayî televîzyona dewleta Îranê ye de hat weşandin de hat diyarkiron ku êrîş li başûrê Girava Larakê ya li Tengava Hurmizê pêk hatiye. Di nûçeyê de hat gotin ku çend personelên Îranî jiyana xwe ji dest dane, lê derbarê bûyerê de ti hûrgiliyên zêdetir nehatin dayîn.

Amerîka: Operasyona parastinê ye

Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ve hat weşandin, hat destnîşankirin ku hêzên Amerîkî baregehên avêtina mûşekan li Îranê, û herwiha keştiyên ku hewl didan mînan deynin, kirine armanc.
Berdevkekî Fermandariyê diyar kir ku operasyon ji xwezaya parastinê bûn, û lê zêde kir ku êrîş ji bo "parastina leşkerên Amerîkî ji gefên ku ji aliyê hêzên Îranê ve tên çêkirin" hatine kirin.
Di vê navberê de, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio di serdana xwe ya ji bo Hindistanê de diyar kir ku danûstandinên bi Îranê re dikarin çend rojên din jî bidomin. Rubio ragihand ku Serok Trump gotiye ew ê "yan bigihîjin peymaneke baş yan jî qet peymanekê" bigirin.

Trump li ser Peymannên Îbrahîm û Uranyûmê axivî

Di parvekirineke li ser platforma Truth Social de, Trump bang li Erebistana Siûdî, Qeter û welatên din ên herêmî kir ku tevlî Peymannên Îbrahîm bibin û Îsraîlê nas bikin.
Trump her wiha diyar kir ku divê Uranyûma dewlemendkirî ya Îranê yan radestî Amerîkayê were kirin yan jî li Îranê were îmhakirin.