Li Serê Kaniyê motorsîklêtek bi leskerên tirk û çekdaran de hat teqandin

16 nîsan 2020 17:45
Li Serê Kaniyê motorsîklêtek bi leskerên tirk û çekdaran de hat teqandin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajaroê Serê Kaniyê yê ji aliyê artêşa Tirkiye û komên çekdarên bi ser wê ve hatiye dagirkirin, motorsîkleteke bombebarkirî hatiye teqandin ku di encama wê teqînê hejmarek leşkerên Tirkiyê û çekdar hatin kuştin û birîndarkirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku teqîn li gundê El Heras ê ser bi Serê Kaniyê ve bi rêya motorsîklêteke bombebarkirî hatiye kirin.

Li gor zanyariyên destpêkê di teqînê de hejmarek ji çekdaran hatine kuştin û birîndarkirin, ku di nava wan de leşkerên Tirkiyê jî hene.

5ê Nîsanê jî li bajarokê Mebrûka yê ser bi Serê Kaniyê ve teqîneke çêbûbî ku hejmarek ji çekdarên ji koma Ehrar El Şerqiyê hatibûn kuştin.