Caferî: Tirkiye bi qutkirina ava Serê Kaniyê tawana ser dike

19 gulan 2020 23:37
Caferî: Tirkiye bi qutkirina ava Serê Kaniyê tawana ser dike

PeyamaKurd - Nûnerê Sûriyê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Beşar Caferî li civîna xwe ya li konseya ewlekariyê da xuyakirin ku piştgiriya Tirkiyê ya bi rêxistinên terorîst re dewam dike û qutkirina ava stasyona Elok a Serê Kaniyê jî wekî tawana şer pênase kir.

Caferî di civîna Konseya Ewlekariyê ya NY de bi vîdyo konferansê beşdarî kir û got, “Tirkiye rêkeftin û biryarên hatine wergirtin binpê dike.”

Caferî diyar kir, Tirkiye ji bo zêdetir tawanan bike, ji rewşa vîrûsa koronayê sûd wergirtiye û çekdarên xwe ji nû ve bi rêxistin û çek kirine.

Nûnerê Sûrî yê li NY anî ziman ku hebûna hêzên biyanî li ser xaka Sûrî ya ne bi destûra hikûmeta wan dagirkerî ye û qutkirina ava stasyona Elok a Serê Kaniyê jî ji aliyê Tirkiyê ve jî wekî tawaneke mirovî ya şer pênase kir ku av bi ser sed hezaran kesan de hatiye birîn.