Wesayita alîgirên Muşsporê qeza kir: Mirî û birîndar hene
Hat ragihandin ku wesayita ku alîgirên Muşsporê tê de bûn, li nêzîkî navçeya Pasûr a Amedê qeza kir. Li gorî zanyariyên destpêkê mirî û birîndar hene.
|
Türkçe
RûpelNews - Serokê berê yê Amedsporê Azîz Elaldi, di parvekirineke li ser hesabê xwe yê Xê de ragihand ku wesayîteke ku alîgirên Muşsporê têdebûn, di dema ku ji Amedê ber bi Muşê ve bi rêketiye qeza kir. Elaldi diyar kir ku ew bi tîmên dezgeha tenduristiyê re di têkiliyê de ne.
Piştî 10 deqîqe vê parvekirina xwe Eladi got, hêj derbarê bûyerê de agahî nehatine piştrastkirin.
