Welatekî endamê NATO yekem car masîneyên ser ên robotîk ceriband
PeyamaKurd – Artêşa Holandayê di nav endamên NATOyê de, yekem car maşîneyên şer ên robotîk ku bê ajovan dixebitin ceriband.
Hat ragihandina ku maşîneyên otonom ên bi navê UGV di operasyonekê de hatine ceribandin ku yekem welatê NATOyê maşîneyên şer ên bi çekên giran bikar tîne.
Fermandarê beşa Sîstemên Robotîk û Otonom ê Artêşa Şahîtiya Hollandayê Mevissen, derbarê wê ceribandinê de gotiye, 4 maşîneyên bêmirov ên bi çekên giran hatine bikaranîn ku beriya ti welatekî Rojava ev ceribandin nekiriye.
Hat diyarkirin ku dema ceribandinê hinek maşîne bê çek bûn û li ser hinekan jî çekên giran ên otomatîk hebûn ji bo ku di pevçûnan de werin bikaranîn.
Herwiha Mevissen daye xuyakirin ku ew maşîne ne tenê wekî ceribandin û perwerdeyê hatine radestkirin, herwiha ew di bin gefa rasterast a Rûsyayê de ne û lewma jî di rewşeke nîv operasyonel de ne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin