Welatekî din bû endamê NATOyê

22 adar 2020 19:45
Welatekî din bû endamê NATOyê

PeyamaKurd – Welatê Makedonyaya Bakur bû endamê NATOyê û Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg jî ragihand, hevpeymaniya NATOyê amade ye 30emîn welatê endam pêşwazî bike.

Serokomarê Makedonyaya Bakur Stevo Pendarowskiy, belgeya endamtiya NATOyê îmze kir û got, "Ez piştrast dikim ku bi îmzekirina vê belgeyê re, wek Serokomarê Makedonyaya Bakur em hemû pîvanên Peymana Atlantîk a NATOyê bicih werînin.”

Biryar bû meha Nîsanê endamtiya Makedonya Bakur di civîna wezîrên derve ya endamên NATOyê de were ragihandin, lê ji ber belavbûna vîrusa koronayê ew civîn hatibû betal kirin.