Li welatekî din yekem kes ji vîrusa koronayê mir

17 sibat 2020 01:06
Li welatekî din yekem kes ji vîrusa koronayê mir

PeyamaKurd – Wezîrê Tenduristiyê yê Tayvanê Chen Shih-chung, bi daxuyaniyeke rojnamevanî ragihand ku li welatê wî yekem mirina kesekî vîrusa korona li ser hatiye peyde bûye, çêbûye.

Wezîrê Tayvanê da xuyakirin ku kesekê 60 salî ji 27ê Çileyê ve bi gazina kuxikê serî li nexweşxaneyê daye û 15ê Sibatê jî teşhîsa zatureyê li ser wî hatiye dayîn û îro jî can daye.

Nerwiha wezîrê Tayvanî ragihand ku wî kesî ajovaniya taksiyê dikir û her çiqas qet rêya wî bi Çînê neketiye jî ji mişteriyên xwe vîrusa koronayê girtiye ku li ser wî hatiye tesbît kirin.

Li gorî daxuyaniyê bi wî kesî re hepatît B jî hebûye û ew vîrus ji wî jî derbasî xizmeke wî bûye.

Li welatê Tayvanê heta niha li ser 20 kesan vîrusa koronayê hatiye tesbîtkirin û yekem kes ji wê vîrusê dimire.

Hejmara miriyên korona vîrusa nû Covid-19 ku li welatê Çînê belav bûye, her diçe zêdetir dibe û li gorî amarên doh yên Komîsyona Tenduristiyê ya Çînê hezar û 666 heta niha ji ber vîrusa koronayê mirine û vîrûs li 68 hezar û 500 kesan jî belav bûye.