Ji vîrusa koronayê derveyî Çînê yekem kesî can da
PeyamaKurd – Piştî ragihandina amarên dawî yên mirî û enfektebûyîn vîrusa koronayê ji aliyê rayedarên Çînê ve, hat ragihandin yekem kesî li derveyî Çînê li Filipînan ji vîrusa koronayê can daye.
Li welatê Fîlîpînê, kesekî vîrusa Koronayê lê peyde bûye can da ku bû yekem kesê li derveyî Çînê ji vîrusê can daye.
Berpirsên Tendirustiya Fîlîpînê, ragihandin ku ew kesê can daye, temenê wî 44 sal bûye û hemwelatiyê Çînê yê ji eyaleta Wuhanê ye ku yekem car vîrus li wê parêzgehê serî belav bûye.
Nivîsîngeha Filîpînê ya Rêxistina Tendirustiya Cîhanê ragihand, “Ev yekem kes e ku li derveyî Çînê ji ber vîrusa Koronayê can dide.”
Berpirsên Tendirustiya Çînê jî ragihandine ku ew zilam roja 21ê meha derbasbûyî ligel jineke temen 38 salî çûye Fîlîpînê û niha ew jin jî di bin çavdêriyê de ye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin