Viyan Sabrî: Em weka PDK, me guherîna xala 14an qebûl nekir
PeyamaKurd – Seroka fraksiyona PDK ê ya Bexdayê Viyan Sabrî ragihand ku tevî li ser xala 14an ya budçê li hev kiribûn jî, rê guhertin û PDK ê vêya qebûl nekir. Sabrî ji bo K24 ê li ser civînên parlementoya Iraqê ya di derbarê budça Herêma Kurdistanê ragihandinan kir. Sabrî weha got:
“Li ser 4 xalan me li hev kir. Di encamê de eger di navbera herêma Kurdistanê û hukumeta Iraqê de krîzekî derê, wê di nav mehekî de komîteyekî bê avakirin û rapora krîzê bide serokwezîrê Iraqê. Di meclisê de hinek fraksiyon xwestin ku xala 14an benda 7an cuda be û eger di navbera Erbîl û Bexdayê de pirsgirêk çêbibe, piştî 15 rojan wê Bexda karibe mehane û mafên Herêma Kurdistanê bibire. Me PDK yî me qebûl nekir û niha car din me li ser weka xala berê li hev kir.”
Para Herêma Kurdistanê ya di budça Iraqê de %12,67 hatiye qebûlkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin