Nûnerê Amerîkayê Barrack û Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Şeybani li Stenbolê civiyan
Hat ragihandin ku di civîna di navbera Tom Barrack û Şeybani de, behsa têkiliyên dualî, pêşhatên herêmî û başbûna rewşa aborî ya Sûriyeyê hatiye kirin.
RûpelNews - Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esad Hasan Şeybani li Stenbolê bi Tom Barrack re, ku Balyozê Amerîkayê yê Enqereyê û Nûnerê Taybet ê Sûriye û Iraqê ye, civiya.
Li gorî daxuyaniyeke li ser hesabê fermî yê X ê Wezareta Derve ya Sûriyeyê, civînê bal kişand ser rêyên bihêzkirina têkiliyên di navbera her du welatan de. Her wiha aliyan derbarê pêşhatên dawî û mijarên herêmî de nêrînên xwe parve kirin.
Başbûna rewşa aborî ya Sûriyeyê jî di rojevê de bû. Di vê çarçoveyê de, rakirina temamî ya cezayên li dijî Sûriyeyê û bilezkirina pêvajoya jinûveavakirina welêt hatin gotûbêjkirin.
Di civînê de her wiha behsa pêşîniyên ji bo piştgirîdana pêvajoya başbûna aborî ya Sûriyeyê jî hat kirin.
