VÎDEO | Sînemxan Bedirxan di klîba 'Jin Jiyan e' ya Narîn Feqe de cî girt

08 adar 2020 23:08
VÎDEO | Sînemxan Bedirxan di klîba 'Jin Jiyan e' ya Narîn Feqe de cî girt

PeyamaKurd - Hunermenda Rojavayê Kurdistanê Narîn Feqe bi helkefta 8 Adarê Roja Cîhanî ya Jinan vîdeoklîbek bi navê 'Jin jiyan e' belav kir û di vîdeoklîbê de Sînemxan Bedirxan jî cih digire.

Hunermenda Kurd Narîn Feqe klîba xwe ya nû li ser YouTube belav kir. Feqe dibêje, wê wek rêzgirtinek li hember xebat û têkoşîna jinên Kurd, ev klîb amade kiriye û navê vê jî kiriye Jin jiyan e, lewma jî hejmarek jinên têkoşer ên Kurd di klîba wê de cî girtine ku yek ji wan Sînemxan Bedirxan a şahzadeya mîrîtiya Botanê ye.

Gotinên strana nû ya Narîn Feqe ji aliyê Edîb Çelkî ve hatiye nivîsandin, melodî û karê dabeşkirina muzîkê ji aliyê Elî Şakir ve hatiye amadekirin.

Klîba ku li Swêdê hatiye amadekirin bi derhêneriya Hejar Duhokî hatiye tomarkirin.

Hunermend Narîn Feqe sala 1980an li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê di nava malbateke hunerdost de ji dayik bûye û bav ku bapîrê wê jî hunermend bûn.

Dîwanxaneya malbata wê jî her tim cihê civîn û civatên hunermendên navdar bûye, ku wê yekê bandoreke mezin li ser hunermend Narîn Feqê kiriye.

Feqe ji sala 1991an ve li Swêdê dijî û xwandina xwe ya bilind û bawerînameya Masterê di warê Mafnasiya Ewropî de wergirtiye.

Narîn Feqe ji bilî stranên bi Kurmancî, bi zaravayên Soranî jî stran gotine û heta niha 4 albumên wê yên muzîkê hatine belavkirin.