Sînemxan Bedirxan Ala Kurdistanê ya 104 sal berê emanetî Serok Barzanî kir

19 sibat 2023 19:16
Sînemxan Bedirxan Ala Kurdistanê ya 104 sal berê emanetî Serok Barzanî kir

PeyamaKurd – Prensesa Kurd keça Mîr Celadet Alî Bedirxan Sînemxan Bedirxan, duh 18ê Sibatê li Masîfê serdana Serok Mesûd Barzanî kir û ew Ala Kurdistanê ya dîrokî emanetî Serok Barzanî kir.

Sînemxan Bedirxan ala Kurdistanê ya ku 104 sal berê kalikê wê Emîn Alî Bedirxan û hevalên wî nîşan kiribûn, ji bo parastî bimîne emanetî Serok Barzanî kir.

Sînemxan gotiye: “Ez spasiya Xwedê dikim ku min karî vî emanetî radest bikim û gelek spasiya birayê birêz serok Mesûd Barzanî dikim ji bo wê pêşwaziya germ û mêvanperweriyê û wergirtina vî emanetê pîroz.”