103 sal berê, çarenûsa Kurdistanê guherî: Siya Lozanê hîn jî berdewam e

24 tîrmeh 2026 21:23

103 sal di ser Peymana Lozanê re derbas bûn. Her çend peymanê naskirina navneteweyî ya Tirkiyeyê misoger kiribe jî, ji ber ku daxwazên kurdan ên ji bo statuyeke diyarkirî nehatin çareserkirin, polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê yên paşê û zirarên giran ên di bûyerên wekî serhildanên Şêx Saîd, Agirî û Dêrsîmê de, ew ji perspektîfa kurdan ve wek binpêkirina mafên netewî tê nîqaşkirin.

103 sal berê, çarenûsa Kurdistanê guherî: Siya Lozanê hîn jî berdewam e

RûpelNews - Siyasetmedar, dîroknas û gelek lêkolînerên kurd, Lozanê wekî yek ji xalên werçerxanê yên herî girîng di wê pêvajoyê de dibînin ku tê de mafên neteweyî û siyasî yên kurdan di asta navneteweyî de nehatin naskirin û Kurdistan di nav sînorên dewletên cuda de ma.

Pêvajoya guherbar a ji Sewrê heta Lozanê

Xalên 62, 63 û 64 ên Peymana Sewrê ya sala 1920an, di bin hin şertan de egera otonomiyê ji bo kurdan û di qonaxeke paşê de jî egera serxwebûnê derdixistin holê. Lêbelê, Peymana Sewrê tu carî bi tevahî nehat cîbicîkirin û di sala 1923an de ji aliyê Peymana Lozanê ve hat guhertin.

Helwesta Tirkiyeyê ya li ser kurdan li Lozanê: ‘Parlamento bi qasî tirkan, nûnertiya kurdan jî dike'

Di dema danûstandinên Peymana Lozanê de, ya ku di 24ê Tîrmeha 1923an de hat îmzekirin, şandeya Tirkiyeyê bi pêşengiya Îsmet Înonu li dijî naskirina kurdan wekî neteweyek an jî hindikahiyek cuda derket.

Li konferansê, şandeya Tirkiyeyê got ku kurd yek ji hêmanên damezrîner û pêkhêner ên Tirkiyeyê ne, ku wan di Şerê Serxwebûnê de li gel Tirkên li kêleka hev şer kiriye û ku Meclîsa Mezin a Miletî ya Tirkiyeyê hem tirk hem jî kurdan temsîl dike. Ji ber vê yekê ev nêrîn anîn ziman ku ne hewce ye statuyeke navneteweyî ya cuda an jî mafên kêmnetewe ji kurdan re bên dayîn.s

Peymana Lozanê, ku ji 143 madeyan pêk dihat, tu bendek derbarê peyva 'kurd' an jî statuya siyasî ya kurdan de nagirt nav xwe. Li gorî şertên peymanê, mafên kêmneteweyan li Tirkiyeyê tenê ji bo civakên ne-Misilman hatin naskirin; lêbelê, kurd wekî beşek ji nifûsa Misilman hatin dîtin û statuyeke yasayî ya cuda ji wan re nehat dayîn.

Parçebûna axa kurdan

Li gorî analîzên dîrokî, rewşa dabeşkirî ya Kurdistanê ne tenê encama Peymana Lozanê bû; ew encama hevbeş a peymanên navneteweyî yên wekî Peymana Sykes-Picot a 1916an, Peymana Lozanê ya 1923an û Peymana Enqerê ya 1926an bû.
Lêbelê, tevgerên siyasî yên kurd, Peymana Lozanê wekî peymana ku di asta navneteweyî de bi awayekî teqez da destnîşankirin ku dê Kurdistan di navbera Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê de were dabeşkirin, dibînin. 

Hin dîroknas destnîşan dikin ku welatê kurdan ya ku berê piştî Şerê Çaldiranê di sala 1514an de di navbera dewletên Osmanî û Safewî de li ser du beşan hatibû dabeşkirin, di sedsala 20an de di navbera çar dewletan de hate dabeşkirin. Herêm, ku di serdema Sovyetê de wekî 'Kurdistana Sor' dihat nasîn, piştre di nav sînorên Ermenistan, Azerbaycan û komarên cîran de ma.

Nîqaşên li ser mafan berdewam dikin

Yek ji aliyên herî gengeşî yên Peymana Lozanê ji perspektîfa kurdan ve, neketina tu bendên derbarê nasnameya kurdî û mafên neteweyî de bû. Derdorên siyasî yên kurd dibêjin ku ev yek ji sedemên bingehîn ên pirsgirêkên ku di salên paş de di warên ziman, çand, nasname û nûnertiya siyasî de hatin jiyîn bû.

Berevajî vê yekê, helwesta fermî ya Tirkiyeyê Peymana Lozanê wekî belgeya bingehîn a ku serxwebûn û serweriya welêt di bin hiqûqa navneteweyî de fermî kiriye, dibîne. Li gorî nêrîna fermî, peyman ne peymaneke dabeşkirinê ya li ser bingeha civakên etnîkî ye, lê belê peymaneke aştiyê ya navneteweyî ye ku sînor û statuya yasayî ya Komara Tirkiyeyê ya nû diyar dike.

Serneketina dayîna her statuyekê ji bo kurdan li Lozanê, bingeha polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê yên ku di salên paşê de hatin meşandin, danî. Kurdan di dema gelek operasyonên leşkerî de, bi taybetî yên li dijî Şêx Seîd, li Agirî û li Dêrsimê, zirareke mezin dît.

Ji ber vê sedemê, tevî 103 salên ku derbas bûne jî, Peymana Lozanê hem ji aliyê pêvajoya damezrandina Tirkiyeyê û hem jî ji aliyê paşxaneya dîrokî ya meseleya kurd ve, hîn jî ji perspektîfên cuda tê nirxandin.