Siyasetmedara Tirkmen: Parastina statuya Herêma Kurdistanê erkekî neteweyî ye

25 hezîran 2026 23:21

Cîgira Serokê Partiya Reforma Tirkmen Muna Kahvecî, serokên partiyan ên ku ji bo veşartina têkçûnên xwe êrîşî saziyan dikin rexne kir û diyar kir ku statuya Herêma Kurdistanê bi xwîna şehîdan hatiye misogerkirin û parastina vê statuyê erkekî neteweyî ye.

Siyasetmedara Tirkmen: Parastina statuya Herêma Kurdistanê erkekî neteweyî ye

RûpelNews - Di daxuyaniya xwe de, Muna Kahvecî tekezî li ser pêwîstiya parastina destkeftiyên Herêma Kurdistanê kir û got:
"Herêma Kurdistanê ne bi biryareke li ser kaxezê an jî wekî xêrekî siyasî hatiye damezrandin; belkî, ew bi saya xwîna şehîdan, têkoşîna Pêşmergeyan û fedakariyên ku hatine kirin, derket holê." 

Bal kişan ser fedakariyên bi hezaran şehîd û Pêşmergeyan

Di berdewamiya axaftina xwe de, Muna Kahvecî bal kişand ser êrîşên li ser vê avahiyê, ya ku bi fedakariyên bi hezaran şehîd û Pêşmergeyan hatiye avakirin û diyar kir ku dijberiya serokekî partiyeke kurd li hember statû û saziyên Herêma Kurdistanê çavkaniyeke xemgîniyeke kûr e.

Kahvec diyar kir: "Dema ku bi mebesta veşartina şaşî û têkçûnên siyasî êrîş li ser statuya Herêma Kurdistanê tên kirin, ev yek xizmeta pêvajoya reformê nake; berevajî, zirarê dide berjewendiya giştî û baweriya gel."

"Şaşî nayên veşartin"

Kahvecî, hişyarî da wan kesên ku ji bo berjewendiyên demkurt û yên partiyan hewl didin saziyên Herêma Kurdistanê lawaz bikin, û daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî anî:
"Divê ew bizanibin ku dîrok dê her dem di navbera helwesteke neteweyî û helwesteke ne-neteweyî de cudahiyê bike. Parastina Herêma Kurdistanê berpirsiyariyeke neteweyî ye û şaşî nikarin bên veşartin." (K24)