Serok Barzanî Madalya Barzanî da Sînemxan Bedirxan

05 mijdar 2022 14:08
Serok Barzanî Madalya Barzanî da Sînemxan Bedirxan

PeyamaKurd –Di Kongreya 14an a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de çend kesayet hêjayî Madalya Barzanî hatin dîtin û yek ji wan jî Sînemxan Bedirxan bû.

Li gor zanyariyan, di 14mîn Kongreya PDKê de, wek wefayek Madalya Barzanî ji hinek kesayetan re hat dayîn. Yek ji wan jî keça Mîrê Botan Celatdet Bedirxan, Sînemxan Bedirxan bû.

Madalya ji aliyê Serok Barzanî ve ji bo Sînemxanê ve hat pêşkêşkirin.