Serok Barzanî, madalya Barzanî da 76 kesan

05 mijdar 2022 03:43
Serok Barzanî, madalya Barzanî da 76 kesan

PeyamaKurd – PDK li bajarê Duhokê 14 emîn kongra xwe lidardixe û di roja 2 yê kongrê de serok Mesûd Barzanî madalya Barzanî da gelek kesan ku di nav wan de keça Mîr Celadet Emîm Alî Bedirxan, Sînem Xan Bedirxan jî heye. Kongre, dê 3 roj dewam bike û serok Mesûd Barzanî car din bû serokê PDK ê.

Hinek endamên komîta navendî weka kontenjan tên tayînkirin ku di nav wan de Fazil Mirani, Hoşyar Zebari, Azad Berwari, Mahmud Muhammed, Rebwar Yelda, Kemal Kerkûkî û Zaîm Alî hene.

Kesên ku madalya Barzanî girtine hinek ji wan kesan ev in:

Fexrî Zengene, Kerîm Şengali, Arif Teyfûr, Qadir Ali, Mesûd Saleyi, Sinemxan Celadet Bedirxan, Kurdistan Mukriyanî, Sadiye Ali Katib, Mahmud Gavan, Fuad Mîranî, İsmail Boseli, Reşid Nerweyi, Yasin Taha Kerkûki, Selîm Abdurrahman Selim.