Wezareta Rewsenbîrî Sînemxan Bedirxan û 10 jinên din xelat kir
PeyamaKurd – Di Festîvala Helbestên Jinan a ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi alîkariya Mala Kitêb li Hewlêrê hat lidarxistin de, Sînemxan Bedirxan û 10 jinên ji beşên din ên Kurdistanê hatin xelat kirin.
Di merasîma xelatdayînê ya li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê bi navê "Jin Jiyanê Dinivîsînin birêve çû de, 11 jinên nivîskar û helbestvan hatin xelatkirin.
Di festîvalê de 81 helbestvanên jin ji her çar parçeyên Kurdistanê beşdarî kirin û bi merasîmekê xelata rêzgirtinê ya Pêşengiya Rewşenbîrî û Edeb û Hunerê pêşkêşî 11 jinan hat kirin.
Di nava kesên ku xelat wergirtin de, Sînemxan Bedirxan, Kurdistan Mukriyanî, Dr. Şukriye Resûl, Diya Ciwan jî hene.
Sînemxan Bedirxan li ser wergirtina xelatê got, “Ya rastî, ev tiştekî gelek girîng e ku bi vî awayî rêz li jinê bê girtin, çimkî weke dibêjin, jin jiyan e.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin