Ûrmiye / Rejîma Îranê pistî pîrozbahiya Newrozê 3 jinên ciwan desteser kirin
PeyamaKurd – Li gor çavkaniyên Rêxistina Mafê Mirov a Hengawê, 3 Kurdên xelkê Ûrmiyeyê piştî beşdariya merasima Newrozê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve hatine desteserkirin.
Evîn Ehmedî (16) xwişka wê Sarya Ehmedî (17) doh, Çarşemê, 19.03.2025an, di biserdegirtina malê de hatin desteserkirin.
Çavkaniyekî nêzîkî malbatê ragihand ku 16 çekdarên Îdareya Îtila’atê ketin nav malê û her du xwişk êşkence kirin heta ku ji ser hişê xwe çûn.
Hengawê her wega ragihand ku Rojbîn Efsûn (22) ku bi her du xwişkan re têkildar e, îro ji aliyê heman çekdarên rejîmê ve hatiye desteserkirin.
Li gorî çavkaniyên Hengawê, her du xwişk piştî 17 saetên di binçavkirinê de û piştî ku bavê wan peymaneke nivîskî îmze kir, hatine berdan.
Lê belê, rewşa Rojbîn Efsûnê hîn jî ne diyar e.
Hengawê tekez kir ku sedema van desteserkirinan, lixwekirina cilên bi rengên alaya Kurdistanê ye di pîrozbahiya Newroza Ûrmiyeyê de, ku roja Sêşemê 18ê Adarê pêk hatibû û ji 150 hezarî zêdetir Kurdistanî tev li wê bûbûn.
Hat ragihandin ku heta niha rayedarên fermî yên rejîma Îranê li ser vê mijarê daxuyaniyek nedaye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin