Mistefa Hicrî: Sala 2026an wê bibe sala hilweşîna Rejîma Îranê

20 adar 2026 13:42

Sekreterê Giştî yê PDKÎ Mistefa Hicrî, di peyama xwe ya Newrozê de destnîşan kir ku rejîma Komara Îslamî ya Îranê ji ber krîzên pêkhateyî ber bi hilweşîneke bêveger ve diçe û sala 2026an dê bibe xala werçerxanê.

Mistefa Hicrî: Sala 2026an wê bibe sala hilweşîna Rejîma Îranê
Sekreterê Giştî yê PDKÎ Mistefa Hicrî

RûpelNews - Sekreterê Giştî yê PDKÎ Mistefa Hicrî, di peyama xwe ya Newrozê de destnîşan kir ku rejîma Komara Îslamî ya Îranê ji ber krîzên pêkhateyî ber bi hilweşîneke bêveger ve diçe û sala 2026an dê bibe xala werçerxanê.

Hilweşîna "Koşkên Wehmî"

Mistefa Hicrî diyar kir ku ew "koşkên wehmî" yên ku rejîmê bi dehan salan ji bo parastina desthilatdariya xwe ya sitemkar ava kirine, dê di vê salê de biherifîn. Hicrî got: "Ev qonax ne tenê guhertineke siyasî ya asayî ye, beriya her tiştî encama krîzên pêkhateyî yên rejîmekê ye ku êdî şiyana wê ya bersivdayîna pirsên serdemê nemaye."

Ji bo kurdan û gelên bindest derfeta dîrokî

Di peyamê de hate gotin ku rejîma Îranê niha ji her alî ve hatiye dorpêçkirin û di bin êrîşên giran de ye. Mistefa Hicrî destnîşan kir ku ev rewş ji bo tevgera azadîxwaz a Kurdistanê û neteweyên bindest derfeteke dîrokî diafirîne û got: "Niha dema wê ye ku em ji bo ji nû ve darêtina qewareya siyasî ya erdnîgariya Îranê amade bin."