Rejîma Îranê li girtîgeha Ûrmiyeyê xortekî Kurd bi dar ve kir
19 adar 2025 17:07
PeyamaKurd – Rejîma Îranê li girtîgeha Ûrmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê, girtiyê Kurd Erşed Ferzabend bi dar ve kir.
Li gorî rapora Saziya Mafê Mirov a Hengawê, roja Yekşemê, 16ê Adara 2025an, girtiyê Kurd yê bi navê Erşed Ferzadbend (28) ji Mîrgewera Ûrmiyeyê, li girtîgeha Deriya ya Ûrmiyeyê hat bidarvekirin.
Hat ragihandin ku ew berê bi tohmeta “kuştina bi qest” ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû cezakirin û 3 sal berê hatibû girtin.
Hengawê tekez kir ku heta niha, medyaya fermî ya Îranê, nûçeya bidarvekirina vî xortê belav nekiriye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Rejîma Îranê li girtîgeha Îsferaynê girtiyekî Kurd bi dar ve kir
27 cot 2025
Cîhan
Sine | Rejîma Îranê xortekî Kurd bi dar ve kir
24 sbt 2025
Rojhilata Navîn
Komîteyeke serbixwe bo kuştinkariya rejîma Îranê ava dibe
22 rbn 2026
Rojhilata Navîn
Merz: Rejîma Îranê hov e, em piştevanê xwepêşanderan e
12 rbn 2026
Rojhilata Navîn

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin