Umut Altaş radestî Tirkiyeyê dê bê kirin
Umut Altaş ê ku di kuştina keça Kurd Gulistan Doku de wek gumanbar li Amerîkayê hat qefaltin dê radestî Tirkiyeyê bê kirin.
RûpelNews - Hat ragihandin gumanbar Umut Altaş li Amerîkayê hatibû desteserkirin wê rojên bê radestî Tirkiyeyê dê bê kirin û li vir dê bê darizandin. Tirkiye berê niha der barê Altaş de biryara biltena sor derxistibû.
Umut Altaş: Her tiştî dizanim kê Gulistan kuşt ez dizanim
Qeydê dengê Umut Altaş li Amerîkayê derketibû holê. Altaş diyar kiribû hemû delîlên dosyaya kuştina Gulistan Doku di destê wî de ne. Li gor gotina wî ew dizane ku Gulistan li ku hat veşartin û ji aliyê kî ve hat kuştin.
Lêpirsîna Gulistan Doku
Gulistan Doku ya xwendekara zanîngeha Munzurê bû li Dêrsimê 5ê Çileya 2020an de wenda bû û ji wê rojê heta niha sax an mirî hêj nehat dîtin. Di lêpirsîna Gulistan Doku de 15 gumanbar hatin desteserkirin, parêzgarê Dêrsimê û kurê wî jî tê da 12 gumanbar hatin girtin.Umut Altaş ku der barê wî de biryara desteserkirinê hatibû dayîn reviyabû Amerîkayê û ji bo qefaltina wî ji hêla Tirkiye ve biryar hatibû derxistin. Polêsên Amerîkayê Umut Altaş qefaltin û tê payîn rojên bê radestî Tirkiyeyê bikin.
Bi qefaltina Umut Altaş tê çaverêkirin gelek aliyên veşartî ên li ser kuştina Gulistan Doku bê eşkerekirin û bûyer bi temamî were zelakirin ka Gulistan ji hêla kî ve hat kuştin û li ku hat veşartin.
