Wezîrê Tirkiyeyê: Ji bo dîtina gora Gulistanê xebat tên kirin
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akın Gurlek ragihand ji bo dîtina gora Gulistan Dokuyê sebat ten kirin. Gurlek derbarê kiryarên kujerên nediyar de jî got: "Me tîmeke taybet ava kir. Hemû dozên kiryarên kujerên nediyar û tevî dosyayên ku berê hatibûn redkirin jî, yek bi yek tên vekolîn.
RûpelNews - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akın Gurlek piştî civîna kabîneyê ya ku bi serokatiya Serokomarê vî welatî Recep Tayyip Erdoğan hat lidarxistin, bersiva pirsên rojnamevanan da.
Derbarê lêpirsîna li ser doza xwendekara zanîngehê Gulistan Doku, ya ku ji 5ê Çileya 2020an ve li Dêrimê winda ye, Wezîr Gurlek got: "Di lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Giştî ya Tunceliyê ve tê birêvebirin de 11 girtî hene. Pêvajoya derbarê parêzgar de didome. Lêpirsîn didome. Serdozgerê me yê Giştî çavdêriya rewşê dike."
"Ji bo dîtina cenazeyê Gulistanê xebat tên kirin"
Wezîr Gurlek, li ser pirsa 'ka gelo cenazeyê Gulistan Doku hatiye dîtin an na' got, "Tiştê sereke dîtina gorê ye. Ya girîng ew e ku cihê cenazeyê bê diyarkirin. Ji bo vê xebat tên kirin."
"Dozên kiryarên kujerên nediyar ên neçareserkirî tên lêkolînkirin"
Wezîr Gurlek diyar kir bi mebesta vekolîna dozên neareserkirî anku kiryarên kujerên nediyar û dosyayên berê hatibûn redkirin tîmeke taybet hate avakirin di nav wezaretê de. Têkildarî vê mijarê hemû dosya ji nû ve dên bên nirxandin ka kêmasî an xalên lawaz hene an na.
