Li Tirkiyeyê ji bo hêsankirina karê rojnamevanan gaveke nû

03 nîsan 2026 18:44

Li ser fermana Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Mustafa Çiftçi, êdî peywirdarên hêzên ewlekarî dema proseya rênimayên kontrolkirina li ser rêyan û li xalên lêgerînê ji rojnamevanên ku karta çapemeniyê nîşan bidin, belgeya nasnameyê ji wan dê nexwazin.

Li Tirkiyeyê ji bo hêsankirina karê rojnamevanan gaveke nû

RûpelNews - Ji aliyê Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê ve nivîsekê hat şandin. Li gor vê nivîsa fermana Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyeyê Mustafa Çiftçi heye rojnamevanên xwedî karta çapemenî ya ji hêla Serokatiya Ragihandinê ve tê dayîn belgeya nasnameyê an belgeyeke din dê neyê xwestin.

Armanca biryarê ew e ku rojnamevan xwe bi lez û bez û bê astengiyekê xwe bigihînin cîhê bûyerê da ku bûyeran di zûtir dem de ragihînin.

Li gor vê biryarê;

Li ser rêyan ku asayîş kontrolan dike, li xalên lêgerîna adlî û îdarî û dema ketina avahiyên fermî de bi tu awayî ji rojnamevanan ku xwedî karta çapemeniyê ne belgeyeke din a nasnameyê wê neyê xwestin.