Nivîskarê nêzî hikûmeta Tirkiyeyê: Demîrtaş dê neyê berdan
Nivîskarê nêzîkî hikûmeta Tirkiyeyê Abdulkadir Selvi di nivîsa xwe ya îro de ragihand ku Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek diyar kiriye ku di çarçoveya pêşnûmaqanûna pêvajoya aştiyê de ku dihat payîn gelek girtiyên siyasî û sirgûnkirî werin berdan lê Selahattin Demirtaş ê Hevserokê berê yê HDPê ji vê yekê dê îstîfade neke.
RûpelNews - Wezîrê Dadê Akin Gurlek diyar kir ku Selahattin Demirtaş ê hevserokê berê yê girtî yê HDPê, dê nikaribe ji 'qanûna çarçoveyê' ya bi navê 'Pêşnûmeqanûna Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekîtiya Civakî' sûd werbigire.
Abdulkadir Selvi qunciknivîsê rojnameya Hurriyetê yê ku bi nêzîkbûna xwe ya ji hikûmetê re tê nasîn, îro di qunciknivîsa xwe de behsa nîqaşên ku di civîna Lijneya Biryargirtin û Rêveberiyê ya Navendî (MKYK) ya AK Partiyê de hatine kirin kir, ku di heman dema pêşkêşkirina "pêşnûmaya çarçoveyê" ji Parlamentoya Tirkiyeyê re hatibû lidarxistin.
Li gorî Selvî, Wezîrê Dadê Akın Gurlek û Serokê Koma AK Partiyê Abdullah Güler, endamên MKYK'ê derbarê pêşniyara yasayî de agahdar kirin û bersiva pirsên wan dan.
Rewşa Demirtaş
Li gorî agahiyên ku Selvi ji civînê ragihand, Wezîrê Dadê Akın Gurlek diyar kir ku Abdullah Ocalan ê ku li Îmraliyê girtî ye, û hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş dê nikaribin ji yasaya heyî sûd werbigirin.
Bahçelî gotibû, 'Divê Demirtaş vegere malê'
Serokê MHPê Devlet Bahçelî, piştî ku di 5ê Tebaxê de 'qanûna çarçoveyê' ya ku pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê hatibû kirin îmze kir gotibû: ' Divê Demirtaş vegere malê.'
