Ji Herêmê Kurdistanê gaveke dîrokî: Yekem car pîvazên hişkkirî bo Tirkiyeyê hatin rêkirin

20 tîrmeh 2026 10:03

Di endama polîtîkayên çandiniyê de 3 hezar ton pîvazên hişkkirî yên ku li Herêma Kurdistanê hatine hilberandi, ji Tirkiyeyê re hatin şandin. Ev di dîroka herêmê de yekemîn derfiritina bi vî rengî ye. 

Ji Herêmê Kurdistanê gaveke dîrokî: Yekem car pîvazên hişkkirî bo Tirkiyeyê hatin rêkirin

RûpelNews - Rêveberê Giştî yê Çandiniyê li Parêzgeha Dihokê Ehmed Cemîl îro 19ê Tîrmeha 2026an, di daxuyaniyekê de ji bo malpera Kurdistan24ê ragihand, pêngavên hinardekirina berhemên çandiniyê yên Kurdistanê bo dervayî welat berdewam dikin. Cemîl destnîşan kir ku ev yek bi piştgiriya rasterast a hikûmetê pêk tê.

Li gorî zanyariyan, kompanyaya bi navê "Zengenan" li navçeya Berdereşê dest bi hinardekirina 3 hezar ton pîvazên Kurdistanê bo welatê Tirkiyeyê kiriye. Ehmed Cemîl diyar kir, ev pêngav dê bibe sedema geşepêdana sektora çandiniyê, piştgirîkirina cotkaran û peydakirina bazarên nû li dervayî welat. Her wiha, ev hinardekirin îsbat dike ku kalîteya berhemên Kurdistanê di asteke bilind de ye.

Derfirotin dê berdewam bike

Rêveberê Giştî yê Çandiniya Dihokê her wiha aşkere kir ku li bende ne di pêşerojê de, ji bilî vê rêjeyê, pîvazên zêdetir bo Tirkiyeyê û welatên din ên herêmê werin hinartin.
Navçeya Berdereşê ya ser bi parêzgeha Dihokê ve, wekî yek ji dewlemetirîn deverên Kurdistanê di warê çandiniyê de tê naskirin. Li vê deverê salane bi hezaran ton pîvaz, petate û genim têne berhemanîn. Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Kabîneya Nehem de giringiyeke taybet daye pirrengkirina aboriyê û dîtina bazarên navdewletî ji bo berhemên cotkarên Kurd.

Pêştir jî Herêma Kurdistanê berhemên wekî hinar, sêv, hinguv û petate hinartibûn welatên Kendavê û welatên din ên navçeyê, ku vê yekê rûpeleke nû di aboriya Kurdistanê de vekiriye.