Trump: Pêla mezin a şer hîn dest pê nekiriye
Serokê Amerîkayê Donald Trump, ragihand ku artêşa Amerîkayê "şikestineke giran û kûr" aniye ser rejîma Îranê, lê di heman demê de hişyarî da ku qonaxa herî kujer û bi hêz a vê şerî hîn dest pê nekiriye.
RûpelNews - Di hevpeyvîneke telefonî de ya neh deqîqeyan bi tora "CNN" re, Trump kêfxweşiya xwe ya tam bi herikîna operasyonên meydanî anî ziman û got: "Em bi hêzeke pir mezin lê didin, û kar pir baş bi rêve diçe. Derbên me pir giran in ji ber ku em artêşa herî mezin a cîhanê bi kar tînin."
Derbarê dema operasyonên leşkerî de, Trump nerîna xwe ya berê eşkere kir û got: "Ez naxwazim ev şer pir dirêj bibe; min her gav bawer dikir ku ji bo bidestxistina armancan çar hefte bes in, û niha em hinekî ji vê plana xwe pêşdetir in." Ev daxuyanî nîşana leza têkbirina armancên stratejîk ên Îranê ye.
Hişyarî ji "pêla mezin"
Tevî ragihandina serkeftinên leşkerî yên mezin, Trump bi gotina xwe ya "Pêla mezin di şerê li dijî Îranê de hîn dest pê nekiriye" derdorên siyasî matmayî hiştin. Ev yek derî li ber pirsan vedike ka Washington di qonaxa bê de bi kîjan çekan an li kîjan armancan dixe û gelo dê şer ji derbên asîmanî derbasî senaryoyên din bibe yan na.
Êrîşên Îranê û "surprîz"
Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku êrîşên Îranê yên li ser welatên Ereb ên herêmê "hêmana surprîzê" bû di vî şerî de. Wî diyar kir ku serîlêdana Tehranê bo lêdana cîranên xwe, nîşana rewşeke tevlihevî û perîşaniyê ye.
Mijara aştiyê û atomîyê
Trump têkiliyek di navbera operasyonên leşkerî yên niha û fersendên aştiyê yên paşerojê de çêkir. Wî tekez kir ku gefa atomî ya Îranê "ewreke tarî" bû ku bi salan rê li ber aramiya herêmê digirt. Trump got: "Divê hûn fêm bikin ku gelên herêmê bi dehsalan di bin vê gefê de dijiyan, lewma aştî ne pêkan bû. Lê niha, em vî xeterî bi temamî û herî dawî ji holê radikin."
