Trump: Me li dijî Îranê operasyoneke mezin da destpêkirin
Serokê Dewletên Yekbûyiyên Amerîkayê (DYA) Trump destpêkirina operasyoneke leşkerî li dijî Îranê ragihand.
RûpelNews - Donald Trump derbarê êrîşên li ser Îranê de yekem daxuyaniya xwe ya fermî da. Bi parvekirineke li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Trump ragihand ku artêşa DYAyê "operasyoneke mezin û berdewam" li dijî Îranê da destpêkirin.
Trump got ku Îranê ji mêj ve derfetên ku di danûstandinên nukleerî de hatibûn pêşkêşkirin red kirine û diyar kir ku rêveberiya Washingtonê êdî nikare li bendê bimîne.
Trump bang li Supaya Pasdaranê kir ku çekên xwe deynin û got, "Vê şevê ez ji we re dibêjim; çekên xwe deynin û hûn dê xwedî parêzbendiyeke tam bin. An jî hûn dê rûbirûyî mirineke misoger bibin. Hilbijartina xwe bikin: Muameleyeke dadperwerane an dawiyeke neçarî?"
Trump, Îran bi pêşxistina mûşekên dûravêj ên ku gefê li Amerîka û hevalbendên wê dixwin tawanbar kir û anî ziman ku armanca operasyonê lawazkirina kapasîteyên leşkerî yên Îranê ye.
"Em dê pîşesaziyên wan ên mûşekan ji holê rakin"
Trump di daxuyaniya xwe de got:
"Artêşa Dewletên Yekbûyî operasyoneke mezin û berdewam daye destpêkirin ji bo pêşîlêgirtina vê dîktatoriya hov û radîkal ku gefê li Amerîka û berjewendiyên me yên bingehîn ên ewlehiya neteweyî dixwe. Em dê mûşekên wan ji holê rakin û pîşesaziyên wan ên mûşekan ji holê rakin. Ew dê bi temamî, bi tevahî werin jinavbirin. Em dê hêzên wan ên deryayî tune bikin. Em dê misoger bikin ku berdevkên terorîst ên li herêmê êdî nikaribin herêmê an cîhanê bêaram bikin, êrîşî hêzên me bikin, û teqemeniyên destçêkirî, ku carinan jê re bombeyên kêleka rê tê gotin, bi kar bînin da ku bi hezaran kes, di nav de gelek amerîkî jî, bi giranî birîndar bikin û bikujin. Û em dê misoger bikin ku Îran çekên nukleerî bi dest nexe.
Îran dê ti carî nebe xwedî çekên nukleerî. Ji ber vê yekê me Hezîrana borî, bi Operasyona Çakûça Nîvê Şevê li tesîsên wan ên nukleerî yên li Fordo, Natanz û Îsfahanê xist. Niha dema wê ye ku li dijî vê rejîma ku dev ji daxwazên xwe yên nukleerî bernade, tevgerê bikin."
"Hikûmeta xwe bigirin dest"
Trump, ku tekezî li ser wê yekê dikir ku ew operasyonên li dijî rejîmeke ku gelê xwe dikuje dimeşînin, bang li îraniyan kir ku di stargehên xwe de bimînin. Trump got, "Saeta azadiya we nêzîk dibe. Dernekevin derve, bombe dê li her derê bikevin. Dema operasyon bi dawî bû, hikûmeta xwe bigirin dest; dibe ku ev bibe tekane derfeta ku hûn ê heta niha bibînin. Amerîka bi hêzeke serdest li pişt we ye."
"Dibe ku lehengên amerîkî ji dest bibin"
Derbarê zehmetiyên şer de, Trump qebûl kir ku leşkerên amerîkî di bin metirsiyeke mezin de ne.
Trump got, "Dibe ku lehengên wêrek ên amerîkî jiyana xwe ji dest bikin, dibe ku em qurbaniyan bidin. Ev di şer de gelek caran diqewime. Lêbelê, em vê yekê ne ji bo îro, lê ji bo nifşên pêşerojê, ji bo pêşerojeke bê Îraneke xwedî çekên nukleerî dikin."
