Trump li ser operasyonên li dijî Îranê axivî: Me bersiveke tund da Tehranê

19 tîrmeh 2026 20:23

Piştî ku li Urdunê du leşkerên Amerîkayê bi êrişên Îranê jiyana xwe ji dest dan, Serokê DYA’yê Donald Trump êrîşên hewayî yên li ser Îranê parast û diyar kir ku ev operasyon ji bo rêgirtina li karesateke mezintir a li Rojhilata Navîn hatine kirin.

Trump li ser operasyonên li dijî Îranê axivî: Me bersiveke tund da Tehranê

RûpelNews - Serokê DYA'yê Donald Trump, piştî êrîşa li Urdunê ku bû sedema mirina du leşkerên Amerîkayê, bi rêya telefonê daxuyaniyên girîng da rojnameya New York Postê. Trump destnîşan kir ku Washingtonê "bersiveke tund" daye Tehranê û ragihand ku leşkerên jiyana xwe ji dest dane, "ji bo rêgirtina li xwedîbûna Îranê ya çekên nukleerî canê xwe feda kirine." Trump hişyarî da ku heke pêşiya Tehranê neyê girtin dê herêm ber bi şerekî mezintir ve biçe û anî ziman ku ew ê bê guman bi malbatên leşkerên mirî re hevdîtinê bike.

Ji artêşa DYA’yê bo ser hedefên Îranê 5,5 saet operasyona giran a hewayî

Roja pêncşemiyê 17ê Tîrmehê di êrîşa li ser Binkeya Hewahî ya Muwaffaq Salti ya li Urdunê de du leşkerên DYA’yê jiyana xwe ji dest dabûn, leşkerel winda bibû û herî kêm çar leşker jî birîndar bibûn. Piştî vê êrîşê, artêşa Amerîkayê şeva borî di şeva heştemîn a li pey hev de êrîşên xwe yên hewayî yên li ser Îranê berdewam kir. Di operasyonên ku nêzî 5 saet û 30 hûrdeman ajotin de, pergalên çavdêriya peravê, hêzên parastina hewayî, keştî û keştiyên leşkerî yên Îranê û depoyên fuzeyan û ÎHA'yan hatin lêdan. Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku armanca operasyonan lawazkirina şiyana Îranê ya gefxwarina li ser keştiyên bazirganî yên li Tengava Hurmuzê û hedefgirtina binkeyên Pasdaran e ku berpirsên êrîşa li Urdunê ne. Hat ragihandin ku Pentagonê herwiha ji binkeyên li Almanya û Îngîltereyê balafirên şer ên zêde yên F-16 û F-35 şandine herêmê.

Li Washingtonê şandina balafiran û rageşiya siyasî: Trump bersiv da rexneyên Demokratan

Ev tevgera leşkerî û windahiyên hatin jiyîn, di siyaseta navxweyî ya DYA'yê de jî nîqaş germ kirin. Hinek endamên Kongreyê yên ji Partiya Demokrat rêveberiya Trump ji qewimîna van bûyeran berpirsiyar girtin. Endama Civata Nûneran Nikki Budzinski diyar kir ku "Ev, bedela şerê bêwate yê Serok Trump e." Endamê Kongreyê Herb Conaway jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bang li Komarparêzan kir ku dawî li vê şerî bînin. Trump bersiveke tund da van rexneyan û windahiyên leşkerî yên serdemên borî bi bîr xist û got: "Gelo we tu carî pirsî ka li Vîetnamê çend kes mirine? Gelo we pirsî ka di serdema rêveberiya Joe Biden de li Efxanistanê di rojekê de çend kesan jiyana xwe ji dest da?" Trump destnîşan kir ku ew ê li pişt operasyonên leşkerî yên li dijî Tehranê bisekine.