Trump 38 sal berê gotibû: Li dijî Îranê tundttir dibim, girava Harkê wêran dikim
Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevpeyvînekê xwe de ku di sala 1988an de hatibû kirin de diyar dike ku divê Amerîka li hember Îranê helwesteke tundtir nîşan bide, û wiha dibêje: “Eger guleyek li ser leşkerên me bê avêtin, ez ê êrîş li Girava Harkê bikim û wêderê bi dest bixim."
RûpelNews - Şerê ku di 28ê Sibatê de di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de dest pê kir ket meha xwe ya duduyan. Li welatên Kendav û Rojhilata Navîn jî ketine bin tesîra vî şerê ku her diçe berfirhtir dibe.
Amerîka operasyona erdê û bi taybet li ser girava Harkê ku wek giraveke stratejîk a enerjiya Îranê ye ye wek planeke ciddî difikire. Ji bo vê bi hezaran leşker şand baregehên xwe yên li Aliyev Kendav û Rojhilata Navîn.
Hevpeyvîna 38 sal bêrê ya Trump di rojevê de ye
Bi vê plana operasyon ya li ser Girava Harkê û şerê li dijî Îranê, hevpeyvîneke Trump a sala 1988an de ji Financial Timesê re axiviye ji nû ve di rojevê de cîh girt. Çimkî Trump di vê hevpeyvînê de behsa êrîşa li ser Îranê dike û dibêje: “Pêwîst e Amerîka li dijî Iran tundttir bibe, eger guleyek li ser leşkerên me bê avêtin ez ê herim Girava Harkê wêran bikim heta ku bi dest bixim. Ji bo dinyayeke baş divê helwesta me li dijî Îranê tundttir bibe.”
