Kudlow: Pêla duyem a Korona li Amerîka destpê nekiriye
PeyamaKurd - Li gor Şêwirmendê Aborî yê Qesra Sipî Larry Kudlow, li Amerîka pêla duyêm a vîrusa Korona çênebûye.
Ajansa nûçeyan a Reutersê da zanîn ku Kudlow gotiğe, her çiqas li hin eyaletên wek Florîda pêketina vîrusa korona zêde bûye jî, nîşanên pêla duyem hîn nehatine dîtin.
Kudlow got: ‘’Niha em dizanin dijî vê kêşeyê têkoşîneke çawa bimeşînin. Ji zivistana borî vir ve pêşveçûneke mezin çêbû.’’
Wî dîyar kir ku êdî naxwazin li seranserê Amerîka dikan girtî bimînin.
Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li Amerîka ji 2,300,000 pirtir kes bi vîrusa Korona ketine û 120,351 kesan jî can daye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin