Trump operasyona li dijî uranyûma Îranê da rawestandin
Hat îdiakirin ku artêşa Amerîkayê ji bo bidestxistina uranyûmê li Îranê xwe ji bo dest bi operasyoneke dikir, lê Trump ew operasyon betal kir.
RûpelNews - Weşangera Amerîkî CNN ragihand ku artêşa Amerîkayê ji bo operasyoneke bejayî ya desteserkirina uranyûmê li Îranê amadekarî dikir, lê Serok Donald Trump ew operasyon betal kir.
Li gorî raporê, bi daxuyaniya du çavkaniyên nêzîkî mijarê ye, Serokê Encûmena Sererkaniya Giştî ya Amerîkayê Dan Caine çûye baregeha Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ya li Florîdayê, û li wir derbarê planên şandina hêzên bejayî bo Îranê ji bo desteserkirina uranyuma dewlemendkirî de agahdar hatiye kirin.
Çavkaniyan ragihandin ku Caine piştre Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê plana operasyona bejayî de agahdar kiriye, û îdia kirin ku Trump piştî hişyariyên ku dibe ev yek tolhildana dijwar a Îranê provoke bike, şer dirêj bike û aboriya cîhanî bixe nav aloziyeke mezintir, biryar daye ku operasyonê rawestîne.
Li gorî çavkaniyan, Trump her wiha fikarên xwe yên derbarê îhtimala qurbaniyên leşkerî yên Amerîkayê de jî anî ziman.
