Trump: Min artêsê xiste nav alarmê
PeyamaKurd- Di derbarê koçberên ku di navbera sînorê Amerîka û Meksîkayê de bêçare mane, serokê Amerîkayê Trump ket nava hewldanan. Trump dewriya sînor û artêşa Amerîkayê xist alarmê.
Trump biryara xwe ya ku da di ser hesabê xwe yê Twitterê de belav kir weha ye:
“ Ciyê xemgîniyê ye lê dema em dinêrin, polîs û artêşa Meksîkayê nikare konwoya ser sînorê me ya koçberan bide rawestandin. Sûcdar û kesên nasnameya wan nediyar yên rojhilata navîn, di nava hev de ne. Me ji dewriya sînor ya Amerîkayê û artêşê xiste dewrê. Ev mijareka asayîşê ya netewiye. Divê qanûn biguhirin.”
Piştî vê peyamê Trump du peyamên din belav kir. Di peyaman de weha got:
“ Kengê we pêleka koçberan dît, bînin bîra xwe ku wê demokrat, bo guhertina qanûna koçberan dengên xwe nedin me. Guatemala, Honduras û El Salvador nikarin karên xwe bikin û nehêlin ku hemwelatiyên wan terka welatên xwe nekin. Em ê rê li ber vê yekê bigrin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin