Trump: Hurmiz di kontrola me de ye

26 îlon 2026 18:51

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA)yê Donald Trump ragihand ku Îranê ji bo ji nû ve vekirina Tengava Hurmizê pêşniyarek kiriye, lê wî ew pêşniyar qebûl nekiriye. Trump got ku kontrola tengavê di destê DYAyê de ye.

Trump: Hurmiz di kontrola me de ye

RûpelNews - Di axaftina xwe ya ji bo rojnamevanan li Qesra Spî de, Trump got ku Îran ji ber zextên aborî yên giran li pey peymanekê ye. Trump, ku amaje pê kir ku Îranê ji bo vekirina deryayê pêşniyarek pêşkêş kiriye, diyar kir ku ew pêşniyar ji bo wî ne qebûlkirî ye.

"Kontrol bi tevahî di destê me de ye"

Derbarê rewşa li Tengava Hurmizê de, Trump got, "Niha, kontrola Tengava Hurmizê bi tevahî di destê me de ye." Trump, yê ku îdia kir ku DYA derbasbûna ewle ya keştiyên bazirganî li herêmê misoger kiriye, berê jî diyar kiribû ku hêzên Amerîkî trafîka deryayî ya di kendavê re diparêzin.

Îranê berê diyar kiribû ku eger DYA zextên xwe yên leşkerî kêm bike û dorpêça li ser benderên Îranê rake, ew dikare di nav heft rojan de tengavê ji nû ve veke. Hatibû ragihandin ku pêşniyar bi rêya Qeterê ji DYA re hatibû şandin.

Peyamên li ser Ukrayna û Çînê

Trump destnîşan kir ku têkiliyên wî bi Serokê Çînê Xi Jinping re baş in, û lê zêde kir ku helwesta wî ya li ser Taywanê ji aliyê rêveberiya Pekînê ve tê zanîn.

Derbarê şerê Rûsya-Ukraynayê de, Trump xwesteka xwe anî ziman ku Serokê Ukraynayê Volodomîr Zelenskî û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn bigihîjin lihevkirinekê.
Trump her wiha diyar kir ku ew bi Serokwezîrê Iraqê Ali Falih Zeydî re di hevrêziyeke nêzîk de ye.