Trump sererkanê artêsê ji kar avêt û kesekî din diyar kir
23 sibat 2025 16:11
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump, Sererkanê Artêşa Amerîkayê Orgeneral Charles Brown ji kar avêt û li şûna wî ji Hêzên Bejahî yên Amerîkî korgeneralê xanenişîn Dan Caine wekî namzed diyar kir.
Trump li ser medya civakî Truth Socialê, spasiya Brown kir ku zêdetirî 40 salan xizmeta artêşa Amerîkayê kiriye û dawîbûna erka wî eşkere kir. Herwiha Trump, ragihand ku wî Dan Caine jî wekî namzedê sererkaniyê destnîşan kiriye.
Serokê Amerîkayê, ji bo Dan Caine got: "General Caine pîlotekî kêrhatî, pisporê ewlekariyê û xwedî ezmûneke serkeftî ya girîng e di karûbarên saziyan û operasyonên taybet de.”
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Li Koska Sipî di wexta Trump daxwuyanî dida kesekî ket û xeriqî
07 mjd 2025
Kurdistan
Sîrketa Teslayê li dijî Trump gaveka mezin avêt
11 trm 2018
Cîhan
Trump: Em plana xwe ya Îranê ji welatên Kendavê re nabêjin
01 sbt 2026
Rojhilata Navîn

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin