Trump: Ger di hilbijartinên serokatiyê de têk biçim ez ê careke din nebim namzed

23 îlon 2024 15:00
Trump: Ger di hilbijartinên serokatiyê de têk biçim ez ê careke din nebim namzed

PeyamaKurd – Serokê berê yê Amerîkayê û namzedê serokomariyê yê Komarî Donald Trump got ku eger di hilbijartinên serokomariyê yên 5ê Mijdarê de têk biçe, ew ê careke din nekeve pêşbirka serokatiyê.

Serokê Amerîkayê yê berê Trump beşdarî bernameya rojnameger Sharyl Attkisson bû û rojeva hilbijartinê nirxand.

Trûmp diyar kir ku eger di hilbijartinan de têk biçe ew plan nake ku bikeve hilbijartinên Serokkomariyê yên sala 2028'an û got, "Ez difikirim ku dê ev hemû be. Lê ez hêvî dikim ku em ê bi ser bikevin."

Ger Trumpê 78 salî fikra xwe biguhere, di hilbijartinan de têk biçe û bikeve hilbijartinên serokatiyê, di sala 2028an de wê bibe 82 salî.

Trump di hilbijartinên serokatiyê yên ku wê di 5ê Mijdarê de li DYAyê bên kirin wê bi hevrika xwe ya Demokrat Kamala Harris re bikeve pêşbirkê.